All NewsTop

Rûsya hevkarê bazirganî yê Ermenistanê sereke ye. Paşîniyan

Serokwezîrê Komera Ermenistanê Nîkol Paşînyan di peyama xwe de li vekirina foruma Ermenî-Rûsî ya nav-herêmî got, Federasyona Rûsyayê ne tenê di parastina aramiya li herêma me de, lê di aboriya welatê me de jî rolek bingehîn dileyze.

Serokwezîr tekez kir ku Rûsya hevkarê bazirganî yê Ermenistanê yê sereke ye. “Di sala 2019 de, bazirganiya meya dualî 2,0 mîlyar dolar derbas kir, û îsal me berê jî geşedanek du-reqemî ya gera bazirganiyê tomar kir,”,- anî ziman serokwezîr Paşîniyan. Serokwezîr destnîşan kir ku asta hevkariya aborî ya di navbera Ermenistan û Rûsyayê de li gorî hewcedariyên ku ji cewhera têkiliyên hevalbendan derdikevin, lê ew nayê wateya sabîtkirina rewşek statîk, berevajî, ew xebatek domdar, pêşkeftin û başbûnê hewce dike.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button