PoliticsTop

R’ewan t’ev Moskvayê pirsa ecnebîya, ê kö dixwezin her’ne Arsaxê, e’ne’nedike

Vê havînê dikare h’al pêþda bê, çaxê gelekê bixwezin her’ne Arsaxê, lê dest r’êjîma t’eze wê nikarvin xwestina xwe mîaserkin.

Ermenîstan t’ev Ûr’isêtê t’eþkîlkirina r’êjîma derbazne’mêye t’ezeye derdaçûyîna li t’opraxa Arsaxêye bona ecnebîya e’ne’nedike. Nav pirsqisê, k’îjan daye “RÎA Novostîyê”, Zarêh Sînanyanê qasidê pirsê Maciratêyî sereke e’lamkirîye.

Sînanyan daye k’ivþê, wekî pirs wexta r’asthatina t’ev Andrêy R’ûdênkoyê dewsgirtîyê wezîrê Ûr’isêtêyî k’arê der e’ne’nekirîye.

“Meriv, bajar’vantîya k’îjanaye ûr’isî yan ermenî t’ine, wê yekêva girêdayî pirsgirêkê wan pêþda tên. Macirata meye ter’ikî heye, ew hînbûne havînê bêne Ermenîstanê, h’izdikin her’ne isa jî Arsaxê, û awa vê havînê halek dikare pêþda bê, çaxê  gele merivê bixwezin her’ne Arsaxê, lê wê yekê wê nikarvin dest wê r’êjîmê bikin”,- Sînanyan gotîye.

Bi gilîyê wî- gilî derheqa wan neh’îyadaye, k’îjan bin qolê alîyê ermenî û e’dlayîp’arêzê ûr’isadaye.

“Qeydê t’eze isaye, wekî h’evt r’oja berî serdanê e’rzê gere t’emsîlî wek’îlxana Arsaxêye Ermenîstanêdakin, paþê cedvel t’ehwîlî e’dlayîp’arêzê ûr’isa dive û paþê qirardive, k’a  k’î dikare bê, lê k’îjan-na”,- Sînanyan safîkirîye.

Ewî serda zêdekirîye, wekî berî h’embelqîtkê sala 2019-a, angorî salixê baþqe-baþqe, 30-50 h’ezar bajar’vanê ecnebî li Arsaxê qesidîne.

“Niha e’rze hila hê hindikin, çimkî h’embelqîtk derbaznebûye, û destbi h’eyamê seyremîþbûnê nebûye. Lê h’esaveke, meriv hene, ê kö dixwezin her’in, cedvela meye wan t’eþkîleta û meriva heye, derdaçûyîna k’îjana hatîye nanakirinê”,- Sînanyan daye k’ivþê.​

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button