Society

Þêwra tirkî gave- r’iya T’ûrana Mezinda

Van axirîya isa jî t’eþkîletê ort’emiletîyêda dîharbûna sîasîa Erdog’ane agrêsîv dive. Bi cefê T’irkîayê sala 2009-a þêwra t’yûrk’îyan þêwra hevk’arîya dewletê zart’yûrk’î hate e’frandinê, k’îjan dewletê Asîaêye h’emzemanîye t’yûrk’î dicivîne. Hevr’aqayîlne’ma e’frandina þêwra t’yûrk’îye r’esmîda tê gotinê, wekî meremê t’eþkîletê bi cefê t’evayî neh’îêda meh’kemkirina e’dlayê, bêqezîabûnê û meh’kemîyêye, lê isa jî govekê bineyê t’omerîda hevk’arî k’omekê dide e’yankirina potênsîala cînartî, yektî û hevk’arîya cime’tê wane ter’ikî”.

​Lê e’frandina þêwra t’yûrk’î pey meremê din dik’eve. T’irkîa, wekî wê t’eþkîletêda serdestîyê dike, bîr û bawerîyê pant’yûrk’îzmê beladike. Bi t’emaþekirina xerîtê, safîdive, wekî astenga berfirekirina wê berne’mê Görcistan û Ermenîstanin. Lê h’erke vê gavê tandêma t’irk-adrbêcanî dicêr’bîne bi bere-bere mezinkirina hejmara binelîyê t’irk wî welatî Görcisîtanê bêt’erefke, lê isa jî bi nîrokê malhebûnîyê û sîasîyê, dêmek delîva Ermenîstanêda bêt’aqete, a lema dicêr’bîne miqabilî Ermenîstanê gavê e’skerîyê-sîasîyê bike.

Ankara, bi xevtandina nîrokê sîasîyê, malhebûnîyê û medenyetî, dicêr’bîne h’elandina cime’tê Asîaêye zart’yûrk’îye milahîm mîaserke, bi ce’dandina civandina wan, lê isa jî bi wergirtina nihêr’vana ij welatê din- mirazê T’ûrana K’ibîr bive sêrî. Wê r’êda gavek e’frandina þêwra t’yûrk’îye.

​Lê lazime qezîayê, k’îjan ij t’ivdîra T’ûrana K’ibîr gefa wan welata dixöe, serwextvin: h’erke ew her’e sêrî, welatê Asîaêye t’yûrkî dewleta xwe dayîm wê indakin û dikarin bin beyraqa hîva kêr’ada ij xerîtê betavevin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button