Society

PAYÎZÊ LI DAGÊR’Ê, ÞAYA BERANBERDANÊ

Wextê dik’eve meha payîzêye e’wlin, ji serê ç’îyê bilind bere-bere dadger’in, têne jêr, cîê germ. Herkê biharê (meriv t’irê) pey berfê dik’evin diçin, lê payîzê bere-bere k’oçer ji berfê dir’evin, tên dik’evne cîyê, kö berf dereng dik’eve, yan qet nak’eve. Li wandera ç’êre havînê þîndibû bona dêwêr û pêz.

Payîza dereng dive “beranberdan”. Ew r’oja e’zîz dive r’ojke ösa, wekî þabûn dik’eve nav t’eva, lê ji t’eva ze’ftir r’êncber, þivan û gavan þadibûn, çimkö wê r’ojê idî wexta wan r’êncberîyê k’ötadive, her yek ji wana distîne heqê xwe, k’arê xwe zivistanê dikin, zimêr’ê xweyî zivistanê divînin…

Wê r’oja, kö wê beran berî nava mîyadin, sivê þeveqê dixemilein, k’incê t’eze xwe dikin, hinek def û zör’nê û t’ölömê tînin nava pêz, wekî lêxin. Ew sala t’ezebû, wekî min “beranberdan”, dît. Min ji xortekî pirsî: “ewana sazbend çima anîne…”

Xort wa teherekî li min nihêr’î, got:

-Çima tö navînî, wekî îro “beranberdane”, xelq k’arê xwe dike, tö çawa þivanî, wekî tö nizanî.

Ez nêzîkî xort bûm, min salxê xwe jêr’a da, wekî ew çend sal bûn, em r’êncberê melegana bûn, îsal t’eze em hatine nava ÿzdîya.

Xort dîsa li min nihêr’î got:

-Îro de’wata pêze, wê wanr’a de’wateke r’ind bikin, gölla agirkin, þaya wan bikin.

Serda zêdekir, got:

-R’oja îroyîn dinya t’ev þadive, giþk þadivin, de’wata pêz dikin. Xort r’adivin gölaþê digrin, hela gele oyna tê bivînî…

R’astî jî, wê r’ojê beran t’eve biskkirî bûn, cûr’e-cûr’e biskê sor, k’esk, qîç’ik, gewr û ê mayîn ser berana dihatin-diçûn. Biskê r’engkirî, zengilê r’ind û darikê “tayê” k’awîke r’ind didane berana, tö divêjî: berana jî zanibû, wekî ew r’oj r’oja de’wata wane, wana jî störyê xwe bilind kiribûn. Hineka li hevdixist, hinek sekinîbûn, zûrbibûn, li xweyê xwe û cime’tê dinhêr’în. Qîzê cahil t’emezîyê xwe vedikirin, li stöyê berana girêdidan, xort dihatin ew t’emezî vedikirin dibirin. Lê ê kö t’emezîyê vedikin divin, xwe k’ivþ dikin, wekî wê qîzê wê bistînin. Dê û bavê qîza dûrva, bin ç’e’vava p’ak t’exmîn dikin, çika k’îjan xortî t’emezîya qîza wan vekir bir, çika xortî hêjaye, yan na, çika dewletîye, wekî qelenekî r’ind bistînin.

            T’emezî vekirin jî wa dive: xort û qîzik hevdö berhingê divînin, qewil-qirar didine hevdö, wekî wê hevdö bistînin, lema jî xort wê r’ojê t’emezîyê vedke, dive: hinek xort jî hene, ê kö soz dane hevdö, wekî xûþkê xwe wê hevr’a têne berdêlî. Ew jî tên t’emezîya vedkin divin. Cahil tînine bîra xwe, hevr’a xeverdidin, çawa havînê li zozana wana p’ak eþq derbaz dikir. Tê bîra wan ber t’ûmê soê yan jî ber dara þîlanê kölîlkayî hevr’a xeverdan û soz dane hevdö…

            Beranberdan kö bû, ez nêzîk sekinîbûm û min dîna xwe daê. Jinekê beran ajot, anî nêzîkî k’omê, çû. Min pirsî:

            -Çima mêr t’önebûn beran banîna, wekî wê jinikê anî?

            Kalê cem min sekinîbû, minr’a gilîkir, got:

            Wextê mêr berana tîne, dö p’a mî nêr dizê, lê wextê jin tîne, mî kêm nêr dizê.

            Beran kö hatin, mî jî anîne nêzîk, t’eva ç’e’vê xwe nedibir’î… Lê beran k’etine nav mîya. Ewana t’ev zûr bibûn, dinhêr’în, min nizanbû çi dinihêr’in? Kalê kö dît, ez wa meþqûl lê dinihêr’im, gote min:

            -Tö zanî çima wa dinhêr’in?

            Min go, “wele ez nizanim”…

            Bisek ez ter’a bêjim.

            -Beran kö berdidine nava pêz, dîna xwe didinê, wekî  berê e’wlin hate beran mîya qer, dêmek salê p’ak her’e, berf nak’eve, pezê h’eta biharê li qijla biç’êre, wekî mîya belek hate beran, dêmek salê berf wê bê, lê dîsa p’ake, pezê p’ir’ hindikî wê biç’êre, lê wekî berê e’wlin mîa qerqaþ hate beran, dêmek wê zivistanê berfê erhede bik’eve, xweyê pêz gerekê k’arê xwe bike, debarê hazirke, wekî pezê wî qir’neve, derk’eve biharê…

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button