
Berdevka Komîsyona Ewropî piştrast kir ku Seroka Komisyona Ewropî Ûrsûla von dêr Layn beşdarî civîna bilind a avhewayê COP29 ku li Azerbaycanê tê lidarxistin, nabe, dema ku çavkaniyên Neteweyên Yekbûyî ji Euronews re ragihand ku serokên Fransa û Rûsyayê dê neçin. ji Bakuyê re, Euronews dinivîse.
Pêştir jî Euronewsê ragihandibû ku Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Serokomarê Fransayê Êmmanûêl Makron jî li ser zarê çavkaniyên nêzîkî Neteweyên Yekbûyî beşdar nabin.
Li gorî çavkaniyên Euronewsê, beriya niha zêdetirî 100 serokên dewlet û hikûmetan hebûna xwe li Azerbaycanê piştrast kiribûn. Ji Ewropayê, lîderên Komara Çek, Elmanya, Yewnanîstan, Macarîstan, Îtalya, Polonya û Spanyayê tevlîbûna xwe ragihandin.







