
Niha derfeta Ermenistanê heye ku masî û berhemên masiyan bişîne YEyê. Gêvorg Papoyan
Niha derfeta Ermenistanê heye ku masî û berhemên masiyan bişîne Yekîtiya Ewropayê. Ev yek di rûpela Wezîrê Aboriyê Gêvorg Papoyan de hatiye diyarkirin.
Wezîr nivîsand: “Ev cara yekem e ku Ermenistanê destûrek wisa wergirtiye, ku derfetên nû ji bo hinardekirina berhemên masiyan ên Ermenistanê vedike.
Hemû destûrnameyên pêwîst ji Yekîtiya Ewropayê hatine wergirtin, û her weha hemû prosedurên pêwîst ên têkildarî hinardekirina van berheman bo Komara Ermenistanê hatine pejirandin, ku bi berfirehî têne pêşkêş kirin.”







