
Frênsîs K’ûrk’cyanê gölavk’arê ij Fransîayê, e’silermenî, serwêrê cêrga gölava Dîorêyî e’frandarîyê û h’îmdarê Maîson Fransîs Kûrkdjîan e’lamkirîye, wekî navê siyarê Lêgêona hörmetê- r’ewa Fransîaêye dîwanîye herebidind, r’ewayî wî bûye. K’ûrkcyan derheqa r’ewa xweda Înstagram-êda e’lamkirîye- bi k’ivþkirina, wekî xever “bi þêkirdarîya bêh’ed” qebûlkirîye. P’ara gilîyê wîye p’êþk’êþî malê bûyî xazma ya h’eyecanbûnêbû. K’ûrk’cyan kalik û pîrka xwe anîne bîra xwe, ê kö ij K’omköjîa ermenîa filitîbûn û Fransîaêda sit’ar dîtibûn. “Îro ez bi h’eyecanbûn kalik-pîrkê xwe tînme bîr, ê kö K’omköjîya ermenîya dîtine û Fransîaêda bûne mihacir. “E’fatîya wan, bawerîya nisbetî wet’enê wanî t’eze û bahê t’ehwîlî min kirî me’na mexsûs didine vê xelatê”,- ewî nivîsîye. Hostê gölavê isa jî binxetkirîye, wekî evê xelatê h’esavdike naskirina xevata herdö fondê xweye darxistî. Yek p’êþk’êþî xweykirina mîrat’a gölavêye medenyetî bûyîye, lê ya dinê k’omekê dide berfirekirina destgihîþtina li medenyetê û t’ivdîrê r’öh’darkirina wergirtinêva hinartî. Bona Frênsîs K’ûrk’cyan Lêgêona hörmetê dereca naskirinêye t’eze k’ivþdike. Berê- sala 2009-a, ew bi ordêna H’önerê û e’debyetê hatbû r’ewakirinê, lê Lêgêona hörmetêye sala 1802-a hindava Napolêon Bonapartda darxistî h’esavdive r’ewa Fransîaêye dîwanîye herebilind û seva xizmetk’arîê ber welêt girtîye degme r’ewadive. Îro Frênsîs K’ûrk’cyan h’esavdive hostakî gölavêyî we’dê meyî herît’esîrdar. Pêþtirî eþîanîþa xweye arizî- Maîson Fransîs Kûrkdjîan, ew ij sala 2021-ê virdatir serwêrê p’ara gölava Dîorêyî e’frandarîyêbûye.







