PoliticsTop

Girtiyên ermenî yên şer li Azerbaycanê, danûstandinên xitimî: Gotara Xizmeta BBC ya Rûsyayê

Bi dehan girtiyên ermenî yên şer li Bakûyê mane, ku Azerbaycan wan bi “terorîst” bi nav dike û lez nake ku wan radestî Ermenistanê bike. Servîsa Rûsî ya BBC behsa girtiyên ermenî yên li Azerbaycanê kir û da zanîn ku ew di danûstandinên xitimî de bûne bazarek.

“Esîrên Ermenî yên li Azerbaycanê: terorîst, rehîn an bazar?” ev sernavê gotara di rojnameyê de ye. Hat bibîrxistin ku di havîna 2021ê de dadgeha Bakûyê 6 sal cezayê girtîgehê li 13 girtiyên ermen ên şer birî, bi tohmeta “terorîzm, neqanûnî xwedîkirin û hilgirtina çekan, derbaskirina neqanûnî ya sînor û herwiha avakirina “rêxistinên çekdar. “

Servîsa Rûsî ya BBC tekez dike ku leşkerên Ermenî piştî bidawîhatina şerê duyemîn ê Qerebaxê hatine dorpêçkirin û girtin. Rojname destnîşan dike, ku wê demê ne diyar bû ku gundê Hîn Tagher (Hintaghlar) di bin kontrola kê de ye û rewşa girtina leşkerên ermenî bi berfirehî radigihîne.

Nivîskarê gotarê bi malbata yek ji girtiyên li Azerbaycanê girtî Manûk Martoyan re , parêzvanê berê yê mafên mirovan ê Ermenîstanê Arman Tatoyan û parêzer û parêzvana berjewendiyên girtiyên şer Sîranûş Sahakyan re jî axivî.

Bakû îdîa dike ku li Azerbaycanê 33 girtiyên ermenî yên şer hene, lê li gorî Arman Tatoyan ev hejmar ne li gorî rastiyê ye. Siranûş Sahakyan di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku ji bilî 33 girtiyên şer, dibe ku 80 girtiyên din jî li Azerbaycanê hebin.

BBC dide zanîn ku li gorî parêzvanên mafên mirovan ên Azerbaycanê, darizandinên leşkeran bi binpêkirina pîvanên qanûnî hatine kirin.

“Darizandin bi lez û bez dimeşiyan, bêyî ku li dozê bigerin. Ma her kesî fêhm kir, ku sibe ew kes wê bibin mijara danûstandinê ligel aliyên Ermenî yan Amerîkayê û heta bi aliyê Sûriyê re, ji ber ku li wir du welatiyên Sûriyê hene:” dibêje parêzvanê mafên mirovan ê azerî Arif Yûnûs.

Pispor diyar dikin, ku Azerbaycanê ji bo ” tevgerên siyasî yên curbecur” pêwîstiya girtiyan heye, wek mînak dema nûnerê Wezîrê Derve yê Amerîkayê hat herêmê, rayedarên Azerbaycanê 15 dîl radestî Ermenîstanê kirin.

Nivîskarê gotarê her wiha dide zanîn, ku bi îmzekirina peymana aştiyê ya di navbera Ermenîstan û Azerbaycanê de pirsgirêka parastina mafên Ermenîyên Qerebaxê rû bi rû ye. Ermenî ji ewlekariya xwe ditirsin, ji ber ku rayedarên Azerbaycanê piştgiriyê didin nefreta Ermenîyan a li welêt de.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button