Di 22ê Kanûna pêşin da Sekreterê Encumena Ewlekariyê Armên Grîgoryan bi têlefonê bi Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî yê Serokê Amerîkayê Jo Bîdên Jêk Salîvan ra axivîe.
Sekreterê Encumena Asayişa Navdewletî hûrgiliyên rewşa krîza ku ji aliyê Azerbaycanê va li derdora korîdora Laçîn hatiye çêkirin, pêşkêş kirîe û di çarçoveya wê hevdîtinê da, herdû aliyan tekezî li ser giringiya çareserkirina zû ya rewşê û berdewamiya kar li ser danûstandinên aştiyê kirîne.
Aliyan dînamîkên geşepêdana bi îstîqrar ya têkiliyên dualî yên Ermenistan-Amerîka bilind nirxandin û tekezî li ser berdewamiya wê kirin.