Di Hezîrana 2022’an de, anketa ku ji aliyê “Enstîtuya Komarî ya Navneteweyî” ve hatiye kirin, ser pirsa “Nêrîna we li ser asayîkirina têkiliyên Ermenî-Tirkî çi ye?” beşdaran diyar kirin :7% – gelek erênî, 21% – qismî erênî, 11% – qismî neyînî, 48% pir neyînî, 13% bersiv nedaye pirsê.
Li ser pirsa “Li gor we berpirsê herî mezin ê şerê li Ukraynayê kê ye?” beşdaran wiha diyar kirin: 17% – Devletên Yekbûyî yên Amerîkayê, 16% – hemû alî wek hev, 14% – Serokdewlet Volodîmîr Zêlênskî bi xwe, 10% – welatên endamên NATOyê, 8% – Serok Vladîmîr Pûtîn bi xwe, 6% – rayedarên Ukraynayê,5% – Federasyona Rûsyayê, 2% – YE, 1% – Bersiva din û 20% jî bersiva pirsê nedan.