50 Cent wêneyek ji navenda Êrîvanê weşand. “Ez yekem hunermendê hîp hopê me ku li Ermenîstanê li bajarê Êrîvanê konsert da. Ez ê vegerim,” stranbêj nivîsî.
Roja 1ê Tîrmehê, di çarçoveya festîvala “HAYA”yê de, konsera raperê navdarê cîhanî yê Amerîkî 50 Cent li stadyûma “Hrazdan”ê bu. Di destpêka konserê de koma rapperên ermenî 3.33 û ermenî-amerîkî R-Mean stranên xwe gotin. 50 Cent stranên xwe yên herî populer û navdar pêşkêş kir.