
Samûl Çattoyê nevîç’ir’kê þajin Êg’îsabêt’a Döda derheqha nîþankirina Ÿlêonor Ÿsk’êrcyana þikilk’êþa Brîtanîye ermenîda e’lamkirîye. Xeverê dengvedana mezin çapgerîya ne kö t’enêk Brîtanîa Mezin, lê isa jî- ya ort’emiletîyêda dengvedana fire stendîye, merk’eza k’îjanêda ne kö de’wate, wekî her t’enê mala p’adþada hîvîyêne, lê isa jî e’slê Ÿk’êrcyanêyî ermenî û r’iya e’frandarîyê. Zûtirekê bûka mala brîtanîye p’adþaye bi e’slê ermenî wê heve. Samûêl Çattoyê nevîç’ir’kê Êg’îsabêt’a Döda derheqa nîþankirina xwe û Ÿlêonor Ÿk’sêrcyana þikilk’êþa e’silermenîye brîtanîda e’lamkirîye. Çatto înstagramêda þiklê xwe û Ÿlêonorê belakirîye, isa jdî göstîla nîþanîyê, k’îjan xwexa hazirkirîye. Nevîç’ir’kê Êg’îsabêt’a Döda xevatê kêramîkîyêye desta die’frîne, h’önerxana wî heye. R’ex belakirinav înst’agramîêda Çatto nivîsîye: “Ez r’astî jî dilþame e’lamkim, wekî Ÿllî û ez bûne dergîstîyê hevdö. Me nikarbû em diha bextewarbûna”. K’oþka Bûk’înêgêmê jî xevera derheqa nîþankirinêda erêkirîye. Angorî e’lamnivîsara r’esmî- herdö mal jî bona nîþankirinê dilþane, lê p’adþa Karlosê Döda gendî xwexa ew bimbarek-pîrozkirine Zo têr’adivîne bihara 2027-a hevdö bistîne, lê r’oja konkrêt hila hê e’lamnekirîye.







