CultureTop

Di T’aymz: K’omköjîya medenyetî QÇ’-da seva ermenîya ya  çi cûr’eyîye?

Meha sala 2023-aye îlonê ij QÇ’ derçûyîna 100.000 ermenîya zêdetire çetin qewimîye. Ev macirbûna binelîyê cîye seranser ij wet’enê wan pey h’esara 9 mehar’a hat, k’îjan 19-ê meha îlonê bi ÿrîþkirina e’skerîêye xûnê xilazbû, T’aymz dinivîse.

         “Ev mêr, jin û zar’,  bi tirsa seva e’mrê xwe, t’erka t’emamîya dinîya dan- mek’t’ev û dik’anê xwe: deþt, naxir û bag’çê tirîya, mezelê pêþîyê xwe. Wana isa jî t’erka dêra daye- ê çû’k û mezin, ê qedîm û diha h’emzemanî, ê mezin û milûk, k’îjanada berevbûne û bi sedsalîya döa’kirine. Wana isa jî t’erka p’ira, qewîntîya, k’oþkê h’emzemanî û heykelê zemanê sovêtîyêye bîranînê daye, çawa heykelê “Em û ç’îyayê” meyî bîranînêyî h’izkirî. Niha wê çi bê serê van wara?

         Em baþ zanin, k’a Cûg’ayêda, Naxîcêvanêda çi qewimîye: landþafta kevrê mezelaye sedsalîya 16-aye ermenî hindava Adrbêcanêda nav çend sala r’ûbarê dinîyayê hate t’önekirinê. Em zanin, k’a çi hatîye serê dêra Cebarîlêye Astvasasîynê û qebristana göndê Mês T’ag’êrêye ermenî: herdö jî seranser bi dem-dezgê xwelîbir r’esîdbûne.      

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button