All NewsTop

Gere pirsa vegera Ermeniyan bo Qerebaxa Çiya bibe beşek ji peymana aştiyê. Jêyms Worlîk

Hevserokê berê yê Amerîkayê yê Koma Mînskê ya Rêxistina Ewlekarî û Hevkariya Ewropayê Jêyms Worlîk diyar kir ku mijara vegera Ermeniyan bo Qerebaxa Çiya divê beşek ji peymana aştiyê be.

Dîplomatê berê amaje bi wê yekê jî kir, ku Aliyev vê pirsê ji aliyê eraziyê ve girtî dibîne û di wê baweriyê de ye ku Qerebax beşeke ji xaka Azerbaycanê nayê veqetandin, nayê wê wateyê ku deriyê vegera Ermeniyan bo Qerebaxa Çiya hatiye girtin.

“Ev tişteke ku divê Serok Aliyev pêşwazî lê bike û wê demê ew ê wek dewletmendekî ku gaveke wiha bavêje were hesibandin. Eşkere ye ku ermeniyan bi Qerebaxa Nagorno-Karabaxê re têkiliyên kevneşopî hene û koçkirina komî ya zêdetirî 100 hezar kesî ji bo Ermenîstanê rastî trajediyekê ye,” Jêyms Worlîk got.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button