Society

Olk’a Araratêda bi k’awtîya mezin mihrîcana zerdala wê t’eþkîlve

8.Olk’a Araratêda bi k’awtîya mezin mihrîcana zerdala wê t’eþkîlve

Olk’a CE-êye Araratêda sala 2020-î bi k’awtîya mezin mihrîcana zerdela wê bê k’ivþkirinê. Bi e’lamkêirina “Armênprês”-ê- derheqa vê yekêda wexta r’asthatina t’ev r’ojne’mevana Garîk Sargsyanê marzpêtê CE-êye Araratê got. “Zerdela Ermenîstanêda e’wil p’ara Armaþê û Sûrênavanêda digihîjin, a lema jî îsal em têr’a divînin bi k’awtîya mezin mihrîcana zerdala bidine k’ivþê. Payîzê jî emê e’yda ek’in bidine k’ivþê”,- marzpêtê olk’a Araratê da k’ivþê. Bi xeverdana derheqa warê olk’êyî mêvanmala û mêvanxanada- marzpêt da k’ivþê, wekî vê gavê olk’êda mêvanxane t’inene. “Misafir h’îmlî  olk’a meda þevbihêrîyê nakin, çimkî em ze’f nêzîkî R’ewanêne, ewana hima mêvanxanê wirada dihêwirin. Olk’a meda her t’enê Xor Vîrapê û Noravank’ê diqesidin”,- Sargsyan t’exmînkir. Bi gilîyê wî, vira pirsgirêka wan heye- k’awtîya olk’êye tûrîstîyê- warê Dvînî qedîm, Artaþata p’aytext û warê dine qedîm, bi cûr’ê layîq r’aberî misefirakin. Garîk Sargsyan da bawerkirinê, wekî t’emamîya pirsgirêkê olk’êda mewcûd salê pêþber wê safîvin, wekî ew war seva misafira ê diha destgihîþtinêvin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button