
“Guardian” ragihand, şêwirmendê sereke yê dîplomatîk yê Serokê Konseya Ewropayê Şarles Mîşel, Sîmon Mordu wê bi nûnerên Ermenîstan, Azerbaycan, Fransa û Almanyayê re bicive.
Nûnerê Taybet ê YE’yê yê Kafkasya Başûr Toîvo Klaar jî wê beşdarî civînê bibe.
Li gorî wî berpirsê Ewropî, armanca civînê ew e, ku “kurtkirina encamên rewşa niha û amadekirina civîna muhtemel a serkirdeyan li Grenada hefteya bê, bikin .”
Hêjayî bibîrxistinê ye ku hevdîtin wê di 26’ê Îlonê de, li Brukselê pêk were. Sekreterê Konseya Ewlekariyê ya Ermenîstanê Armen Grîgoryan û Alîkarê Serokomarê Azerbaycanê Hîkmet Hacîyev wê beşdar bibin.