PoliticsTop

Fransa di derbarê yekparçeyiya axa Ermenîstanê de pir hişyar e: Makron

Serokomarê Fransayê Êmmanuel Makron di hevpeyvînekê de ligel kanalên televizyona Fransî TF1 û France 2 got, Fransa ji yekparçebûna axa Ermenîstanê hişyar e.

“Piştgiriya Fransayê ji bo Ermenîyan ji destpêkê ve bê şert, tam û mayînde bû”. Makron got,ku di rojên dawî de li Qerebaxê sûcên, ku nayên qebûlkirin û operasyonên şer tên dîtin.

“Mafên gelê Ermenî, yên ku li ser wê axê dijîn bi temamî hatine binpêkirin:” got wî.

“Îro hene Rûsyaya, ku hevkarê Azerbaycanê ye, Tirkiyeya, ku her tim piştgirî daye kiryarên Azerbaycanê û hêzeke ku naye kontrol kirin holê rabûye, ku sînorên Ermenîstanê tehdîd dike.”

Wî li ser piştgirîya siyasî got, ku “mafên kêmneteweyan li Qerebaxê di şert û mercên aştiyeke mayînde de, tenê bi rêya danûstandinan bê girtin.”

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button