PoliticsTop

Ermenîstan û Tirkiye plan dikin, ku di destpêka havînê de sînoran ji welatiyên welatên sêyemîn û xwediyê pasaportên dîplomatîk re vekin

Orta Ermenîstan û Tirkiyê lihevkirinek heye, ku di destpêka havînê de sînorê Ermenistan-Tirkiyê ji bo welatiyên welatên sêyemîn û kesên xwedî pasaporta dîplomatîk vekin. Alîkarê Serokê Giştî yê Meclîsa Neteweyê Ruben Rubînyan li Meclisa Neteweyî di axaftina xwe ya bi rojnamevanan re got.

“Lihevkirinek heye, ku di destpêka vê havînê de sînorê bejahî ji bo welatiyên welatên sêyemîn û kesên xwedî pasaporta dîplomatîk, bê vekirin. Aliyê ermenî li ser temîrkirina nuqteya kontrolê ya Margarayê dixebite. Ji bo pêkanîna amadekariyên navborî kar tê kirin. Aliyê tirk jî radigihîne, ku ew ji bo wê, amadekariyê dikin. Di her rewşê de ti îdîayên ku peyman ne derbasdar e, nehatin kirin:” Rubînyan behs kir.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button