PoliticsTop

Bi kêmanî ez soz didim, ku Azerbaycan kêfxweş nabe: Alen Sîmonyan

Serokê Meclisa Neteweyî Alen Sîmonyan amaje kir li ser berdewemya girtina Korîdora Laçînê ya ji aliyê “hawirdorparêzên Azerbaycanê” ve piştî biryara Dîwana Edaletê ya Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî ve, kir. “Bêguman wê di hemû saziyên navneteweyî de ji aliyê me ve were bikaranîn û ez bawer nakim ku Azerbaycan ji vê yekê kêfxweş bibe. Bi kêmanî ez soz didim ku ew ê ji vê yekê kêfxweş nebin,” got Alen Sîmonyan.

Sîmonyan li ser daxuyaniyên geşbîn ên Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ên derbarê îmzekirina peymana aştiyê ya di navbera Ermenîstan û Azerbaycanê de got: “Em jî amade ne, ku peymana aştiyê îmze bikin û me gelek caran behsa vê yekê kiriye. Lê pêşnîyarên nû yên ku bi berdewamî ji hêla Azerbaycanê ve têne pêşkêş kirin û rewşa li ser sînor, çêkirina peymana aştiyê di zûtirîn dem de pirsgirêk dike. Lê belê em ê her tiştî bikin û bi lez û bez di rêya îmzekirina peymana aştiyê de bimeşin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button