PoliticsTop

Di bin çavê hemû cîhanê de, Qerebaxa Çiya bi karesateke mirovî re rû bi rû ye: Wezîrê karên derve yê Komara Ermenistanê

Dema ku em dipeyivin, 120,000 Ermeniyên Qerebaxaê di bin ablûqeya tevahî de dijîn û ji cîhanê qut bûne. Wezîrê karên derve yê Komara Ermenîstanê, Ararat Mîrzoyan, piştî civîna digel wezîrê karên derve yê Almanyayê, di civîna çapemenîyê de , ya ku hat derbaskirin, got.

“Û ev du meh in berdewam dike. Ma hûn dikarin bifikirin ku mirov du mehan ji mafê xwe yê bingehîn ê tevgera azad bêpar bimînin?

Di bin çavê hemû cîhanê de, Qerebax bi karesateke mirovî re rû bi rû ye. Di şert û mercên zivistana sar de, gaz û ceyran hema bêje her roj qut dibin, malbat li aliyên cuda di bin dorpêçê de ne, zarokên ji mafê perwerdehiyê bêpar mane, gele me, ku destwerdana pêwîst a tenduristiyê nagirin.

Ev hemû encama wê yekê ye ku Azerbaycan, bi xapandina rojeva jîngehê ya cîhanî û bi awayekî tund binpêkirina erkên xwe yên li gorî daxuyaniya sê alî ya 9ê Çiriya Paşina 2020an , Korîdora Laçînê girtiye. Korîdora Laçînê yekane rêya ku Qerebaxê bi cîhana derve ve girêdid.”

Ararat Mîrzoyan da zanîn, ku dorpêçkirina Korîdora Laçîn û her wiha çalakiyên din ên êrîşkar ên beriya wê, weke ketina hêzên çekdar ên Azerbaycanê ser axa Ermenîstanê û avakirina şert û mercên nebaş ji bo jiyanê li Qerebaxê, armanca wan yek e: bi zorê şêniyên Ermenî yên Qerebaxê neçar bikin, ku malên xwe biterikînin û bi rastî jî wan ji mafê jiyana li welatê xwe bêpar bihêlin.

“Mirov vê yekê weke polîtîkaya qirkirina etnîkî dikare bi nav bike. Ev jî bersiva Azerbaycanê ye li ser bangên civaka navdewletî yên ji bo çareserkirina pirsa maf û ewlehiya gelê Qerebaxê.

Digel vê yekê, heta niha encamên êrişên Azerbaycanê yên ku di Gulan û Çiriya Paşina 2021an de û herwiha di Îlona 2022an de li dijî serwerî û yekparçebûna axa komara Ermenîstanê derketibûn, ji holê ranebûne. Azerbaycan bi binpêkirina pîvanên hiqûqa mirovahî ya navneteweyî û daxuyaniya sê alî ya 9ê Çiriya Paşina, girtîyên Ermenî û sivîlan wek rehîn digre û çarenûsa gelek kesên ku bi zorê hatine windakirin ne diyar e. Li herêmên ku di bin kontrola Azerbeycanê de derbas bûne, îmhakirina mîrateyên dîrokî, çandî û olî yên Ermenîyan ên li Qerebaxa Çiya de, didome:” wî tekez kir.

Di heman demê de serokê wezareta karên derve ya Ermenîstanê bal kişand ser vê yekê, ku tevî hemû dijwarî û kêşeyan, pêşdebirina rojeva aştiyê, prensîb û stratejiya Komara Ermenistanê ye.

“Di vê çarçoveyê de, em tekezî li ser helwesta zelal a Almanyayê dikin, ku piştevanê demokrasî, mafên mirovan û nirxên gerdûnî ye û ne kêmtir girîng e, wekî endama Koma Mînskê ya OSCE, di hewlên aramî û aştiyê li herêmê.” Ararat Mîrzoyan wiha dawî li axaftina xwe anî.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button