PoliticsTop

YE dibite, ku demkî dirêj li Ermenîstanê mîsyonek bi cih bike

Yekîtiya Ewropayê bi tîmeke veguhêz dest bi qonaxeke nû ya tevlêbûna xwe ya li Kafkasya Başûr dike, ku ji bo demkî dirêj li Ermenîstanê mîsyonek bi cih bike . Nûnerê Bilind ê Polîtîkayên Derve û Ewlekariyê yê Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell têkildarî bidawîbûna dema erka çavdêriyê ya Yekîtiya Ewropayê, di 19’ê Kanûn Pêşinê de ragihand.

Borel diyar kir ku li gor peymana di navbera Ermenîstan, Azerbaycan, Konseya Ewropa u Fransaye da, 20e Çirya Paşinê li Ermenistane li ser sinore Ermenîstan u Azerbaycane ev şande hat bicihkirin, ji bo çavdêrîkirin, analîzkirin û raporkirina rewşa li ser erdê.

“Bicihkirina 40 pisporên Ewropî karîgeriya xwe îsbat kir û di rewşek bêîstiqrar de di bihêzkirina baweriyê de bû. Îro, Yekîtiya Ewropî qonaxek nû ya tevlêbûna xwe li Kafkasya Başûr bi tîmek veguhêz re dest pê dike, ku wê bingehên şandina mîsyona Yekîtiya Ewropî li Ermenîstanê ji bo heyama herî dirêj a gengaz amade bike. Armanca dawî ya wê ew e ku li herêmê aştiya bi îstîqrar pêk were:” Borel got.

Serokê dîplomasiya Yekîtiya Ewropayê destnîşan kir, ku li ser vê bingehê Konseya Yekîtiya Ewropayê, bi lihevkirina rayedarên Ermenistanê, biryar da ku tîmek piştgiriyê ya plansaziya veguhêz ji mîsyona çavdêriya Yekîtiya Ewropayê, ku li Gurcistanê tevdigere, bişîne Ermenistanê.

Li gorî daxuyaniyê, tê çaverêkirin ku ekîba piştevaniya veguhêz û plansaziyê di pêvajoya ji bo çareseriya di navbera Ermenîstan û Azerbaycanê de piştgirî bide Serokê Konseya Yekîtiya Ewropayê Şaril Mîşel.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button