All NewsTop

Pirsgirêka Qerebaxê faktorên olî nînin û nikarin hebin: Serokomarê Ermenistanê bi Serokomarê Iraqê re hevdîtin kirîe

Serokê Ermenistanê Vahagn Xaçatûryan di çarçoveya 27emîn Konferansa Partiyên Peymana Çarçove ya Guhertina Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (COP27) de bi Serokomarê Iraqê Ebdûlletîf Reşîd re hevdîtin pêk anîe.

Li gorî ragihandina “Armenpress”ê ji Ofîsa Serokomariyê, Vahagn Xaçatûryan diyar kir ku Iraq şirîkê pêbawer ê Ermenistanê li navçeyê ye û welatê me giringiyê dide kûrkirina hevkariyên çend beşe bi wî welatî re.

Serokomarê Iraqê bal kişande ser wê yekê ku ermeniyên ku li Iraqê dijîn ji piştevaniya rayedarên Iraqê sûd werdigirin û giringiyê didin peywendiyên nêzîk ên Ermenistan û Iraqê. Li gorî wî, di van salên dawî de dînamîkên erênî di warê bazirganiya dualî de hatine tomar kirin, ku ev yek nîşana potansiyela aborî ya dualî ya cidî ye û divê ji bo bicîanîna wê hewl bê dayîn.

Serokomar Vahagn Xaçaturyan destnîşan kir ku Ermenîstanê bi piranîya mezin a welatên îslamî, yên erebî jî di nav de, têkiliyên baş hene. Di vê çarçoveyê de, Serok Xaçatûryan dilgiraniya xwe derbarê axaftina vê dawiyê ya Serokomarê Azerbaycanê Îlham Alîêv di Lûtkeya Yekitiya Dewletên Ereb de anî ziman, ku tê de faktora olî di sûcdariyên xwe yên li dijî Ermenîstanê de bi kar anî û rengekî dînî da kêşeya Qerebaxê. û hewl dide ku li dijî Ermenîstanê welatên îslamî, di vê rewşê de, yên erebî pêşkêşî bike Serok Xaçatûryan bi awayekî eşkere tekez kir ku kêşeya Qerebaxê reng û awazek olî nîne û nabe, ji ber ku Ermeniyên Qerebaxê ji bo mafê xwe yê jiyan û afirandina bi ewle li welatê xwe têdikoşin.

Lihevkirinek dualî hat kirin ku bi mebesta pêşxistina peywendiyên aborî û aktîvkirina peywendiyan di warên cuda de peywendiyên dualî berdewam bin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button