Balyozxaneya Ermenîstanê ya li DYE’yê di 4’ê Gulanê de tevlî bernameya EVENTS DC – PASSPORT DC “Li seranserê cîhanê, Serdana Balyozxaneyan” bû, cara ewil deriyên xwe ji bo ziyaretvanan vekir, Balyozxaneya Ermenîstanê ya li DY ragihand.
Balyozxaneyê ji bo ku wan bi mîrateya dîrokî û çandî ya Ermenîstanê bide naskirin, pêşangehek ji berhemên hunermendên ermenî, cil û bergên ermenî, tamkirina vexwarinan û gata kevneşopî li dar xist.
Di nava rojê de 8 hezar û 200 ziyaretvan jî fersend dîtin ku jiyan û çalakiyên ermeniyên navdar ên cîhanê, berhemên Komîtas ên ku ji aliyê dengbêj Lîlya û Alexandra Yaralyan ve hatine çêkirin, nas bikin.
Balyoz û dîplomatên sefaretxaneyê bi berfirehî behsa urf û adetên ermeniyan kirin, her wiha mîrata çandî û dîroka dewlemend pêşkêş kirin.