PoliticsTop

Ev eşkere ye, ku raya giştî ya Ermenîstanê di derbarê pratîkên RPEK de bêhêvîbûnek kûr dîtiye û hîn jî didomîne: Paşînyan

Raya giştî ya Ermenîstanê di derbarê pêkanînên Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîf de bêhêvîbûnek kûr dîtiye û hîn jî tê, ez wisa difikirim, ku ev eşkere ye. Serokwezîr Nîkol Paşînyan di hevpeyvîna xwe ya bi rojnamevanê rojnameya “La Repubblica” de ev tişt anî ziman û bersiva vê pirsê da, ku ew destwernedana Rûsyayê û cîbicî nekirina erkên xwe yên RPEK, çawa dinirxînin.

“Bi kêmanî, ez dikarim bibêjim, ku rewşa, ku we di warê fonksiyona RPEK de diyar kir, behsa krîzê dike. Û ez bawer nakim ku ev tenê pirsgirêka Ermenîstanê ye, ew pirsgirêka Rêxistina Ewlekariya Kolektîf e.

Di derbarê ravekirinan de, ew dikarin pir cûda bin, lê ez bawer nakim, bi kêmanî li gorî nêrîna me, ravekirin ne girîng in, û rastiya, ku di vî warî de raya giştî ya Ermenîstanê di derbarê pêkanînên Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîf de bêhêvîbûnek kûr dîtiye û hîn jî didomîne, ez wisa difikirim, ku ev eşkere ye. Sedema vê yekê ye, ku Ermenîstanê di civîna bilind a Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîf de, ku payiza 2022an li Êrîvanê hate derbaskirin, gelek belge nepejirandin û tevlî nebûn, û ji ber ku biryar di Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîf de bi lihevhatinê têne girtin, di wê rewşê de biryar nehate girtin:” Paşînyan got.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button