
Şanda bi serokatiya Alîkarê Serokwezîr Hambardzum Matêvosyan duh bi serdaneke xebatê çû Emîrtiyên Yekbûyî yên Ereb (Dubayî), ku ew ê beşdarî çalakiya “Foruma Veberhênana salane-2022” û her weha di merasîma bidawîkirina pêşangeha cîhanî ya “Expo 2020-Dubai” de bibe.
Alîkarê Serokwezîr dê di konferansê de axaftinekê bike.