SocietyTop

Nêzîkî 4000 welatiyên Ukraynayê ji ber şer koçî Ermenistanê kirin: Balyozxaneya Ukrayna

Karmendê Karûbarên Ukraynayê li Ermenîstanê Dênîs Avtonomov got, ji dema gurbûna nakokiyên Rûsya û Ûkraynayê di 24ê Sibatê de, nêzîkî 4,000 welatiyên Ukraynayê bo Ermenistanê hatine veguhestin.

Dênîs Avtonomov got, li gorî Balyozxaneya Ukraynayê ya li Ermenîstanê, welatiyên Ukraynayê yên ku derbasî Ermenîstanê bûne, bi giranî ermenî ne, bêguman ûkraynî jî hene.

“Balyozxaneya Ukraynayê ya li Ermenîstanê bi hemû îmkanên xwe hewl dide alîkarîya hevwelatîyên me yên ku hatine Ermenîstanê. Li gorî agahiyên me di nava 3 hefteyên şer de nêzî 4000 welatiyên Ukraynayê ji sînorê Ermenîstanê derbas bûne . Piraniya wan ermenî ne. Wek qaîde xizmên wan li Ermenîstanê hene. Ji bo alîkariyê kêm caran serî li balyozxaneyê didin”: got Dênîs Avtonomov.

“Niha em alîkariya hemwelatiyên Ukraynayê dikin ku pirsgirêkên belgeyan çareser bikin. Tenê di warê karkirina penaberan de zehmetiyên me hene”.

Dênîs Avtonomov destnîşan kir ku Ermeniyên herêmê jî serî li balyozxaneyê didin , alîkariya xwe û pirî caran cîhê xwe pêşkêş dikin ji bo penaberên ji Ukraynayê.

Rojek berê ajansa penaberan a Neteweyên Yekbûyî ragihandibû ku hejmara penaberên ji Ukraynayê 3 milyon derbas buye.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button