All NewsTop

Wezîrên Parastinê yên Komara Ermenîstanê û Federasyona Rûsyayê rewşa Qazaxistanê gotûbêj kirin

Di 10ê kanûna paşin  de Wezîrê Parastinê yê Ermenîstanê, Sekreterê Konseya Wezîrên Parastinê Sûrên Papîkyan bi Wezîrê Parastinê yê Federasyona Rûsyayê generalê artêşê Sêrgêy Şoygû re bi telefonê axivî.

Di peywendiya telefonî de rewşa Komara Qazaxistanê, Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîf, cîbicîkirina biryarên Konseya Ewlekariya Kolektîf, Civata Wezîrên Parastinê, Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîf, çalakiyên hêzên aştîparêz ên komî û der barê tedbîrên hatin girtin de nêrîn hatin nîqaşkirin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button