Politics

“Salixnedayîna k’en pêþdaanînêye”: wezareta CE-êye xwexweykirinê salixê Adrbêcanêy belakirî înk’ardike

Nav qisa t’ev “Spûtnik Armênîaê” Þûþan Stêp’anyana zarbêja wezareta CE-êye xwexweykirinê paþda veger’yaye ser salixê wezareta Adrbêcanêye xwexweykirinêye belakirî.
Wezareta Adrbêcanêye xwexweykirinê salixdayîn belakirîye, wekî xwedêgiravî qewata adrbêcanîye sîlih’bûyî niqitkê agirkirinê, merh’ela r’adîolokasîon, têxnîka ermenîye e’skerîyê (tank, maþîna zirîkirî)  t’önekirine, lê isa jî 20 qölixçîyê ermenîye e’skerîyê zêdetir hatne köþtinê. Nav qisa t’ev “Spûtnik Armênîaê” Þûþan Stêp’anyana zarbêja wezareta CE-êye  xwexweykirinê salixê wezareta Adrbêcanêye e’skerîêye belakirî înk’arkirîye.
“Salixdayîna belabûyî qet angorî r’astîyê nîne û salixnedayîna alîyê adrbêcanîye bi sirêye. Eva salixnedayîna k’en pêþdaanînêye”,- Stêp’anyanê got.
Em bînne bîr, wekî 12-ê meha tîrmehê, nêzîkî seh’eta 12.30 deqe, qölixçîyê qewatê Adrbêcanêye sîlih’bûîye e’skerîyê bi  avtomaþîna cûr’ê ÛAZ t’erefê Tavûþêda cêr’ibandine sînorê CE-êyî dîwanî bit’er’ibînin. Pey e’þiratîya alîyê ermenîr’a qölixçîyê Adrbêcanêye e’skerîyê, cîda hiþtina avtomaþîna cûr’ê ÛAZ, veger’yane li qeleça xwe.
Seheta 13.45 deqe qölixçîyê qewatê Adrbêcanêye  sîlih’bûîye e’skerîyê cêr’ibandina zevtkirina qeleça qewatê ermenîye sîlih’bûîye sînor wek’ilandine, bi xevtandina agrê t’opbarankirinê, lê ij alîyê ermenîda hatne h’incir’anldinê û bi dayîna derdaynîna- paþda hatne avîtinê.
Diha dereng e’yanbû, wekî alîyê adrbêcanî t’opbarankirina t’erefê qeleçê Tavûþêda careke din destpêkirîye. Þûþan Stêp’anyana zarbêja wezareta CE-êye xwexweykirinê e’lamkir, wekî pey navbir’îya dö-sê seh’etar’a neyarê careke din e’melê fesadîyê destpêkirîye- bi domandina t’opbarankirina t’erefê qeleçê ermenîda.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button