Society

H’ökömt þaxê berk’kirina mecbûrkirina xweykirina qanûnê bêqezîabûnê e’ne’nedike

H’ökömeta CE e’ne’nedike,  k’a seva xweykirina qanûnê bêqezîabûnê nav civakê idî çi t’edbîrê mecbûrkirinêye din dikare bide xevatê. Bi e’lamkirina “Armênprês”-ê, derheqa vê îekêda nav qisa pey r’ûniþtina h’esasxanê vexwendîr’a Nîkol P’aþînyanê serekwezîrê CE da k’ivþê.
“Xölese, ewê bi mêt’oda fermandarîyê bive, ya mecbûrkirinê, yan ne mecbûrkirinê, h’etanî em miqatî wê qanûnê nevin, h’esaveke- em vê pirsgirêkê alt’nakin. Yan emê bi vî þaxî alt’kin- k’î gere bimira, bimira, ew bimînin, ê kö sivik wê bivin. R’aste, cahilbûn diçe, dêmek- k’es k’efîlbûyî nîne. Îro reqemada hebû, wekî delîva meye mirinêye 42 salî hebûye”,- Nîkol P’aþînyan got.
Bi gilîyê serekwezîrê CE- vê meþêda têberdan ewe, wekî nikarbûne bajar’vana mecbûrkin yan qanekin, wekî miqatî qanûnê bêqezîabûnêvin. “Bi dîtina dîmena Hag’arsînê, Gêg’ardê, qisexanê, ez xwe dipirsim, baþ- min çi þaþ kirîye, wekî ev meriv xwe meh’kûmî mirinê dikin. Xazma, wekî qisexanada, e’detî, ê berevdivin merivê 55 salî û mestirin”,- Nîkol P’aþînyan got.
Serekwezîrê CE da k’ivþê, wekî hima serê sêrîda pêvajoyê xebîrkirinêye h’ecimfire têne kirinê, saxî, ew bi cûr’ê ze’f safî tê kirinê, wekî seva meriva fe’mdarîye. Xölese, hila hê didomin delîv dîharvin, çaxê bajar’van niqabê girênadin û dûrbûna sosîalîyê xweynakin.
“Ermenîstanêda göhastinê sîasîyê, wekî meriva t’irê îht’îmal nînbû, çawa bûne? Hilbet, bi p’evgirêdanê. Me gotîye, t’emî daye. Þika min ewe, wekî p’evgirêdana h’ökömetêye amin t’ev bajar’vana heye”,- Nîkol P’aþînyan got- bi binxetkirina, wekî pirsgirêk nav r’ewþa bajar’vanaye. Ewî da k’ivþê, wekî dikarin r’iya diçe Hag’arsînê dadin, qisexana dadin, lê ew e’ynî meriv malada cînarava wê berevvin. Dêmek, ze’f ferze, wekî her bajar’vanek cidîtîya h’al serwextve û miqatî t’emamîya qanûnê bêqezîabûnêve.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button