
Nîkol P’aþînyanê serekwezîrê Ermenîstanê e’lamkirîye, wekî mîyaserkirina t’ivdîra T’RÎP’P’-ê p’evgirêdanê t’öcarî-malhebûnîyêye navbera Ermenîstanê û Îranêda wê berfireke û wê k’omekê bide pêkhatina p’evgirêdana Devtenga Farisa-be’ra R’eþe xeta h’esinî. Bi e’lamkirina “Armênprês”-ê- nav qisa t’ev r’ojne’mevanaye pey r’ûniþtina h’ökömeta CE-r’a serekwezîr, bi paþdaveger’andina ser e’lametîya Xelîl Þîrg’olamîyê sefîreyê Îranêyî CE-da r’okê pêþda kirî, wekî h’eyecanbûnê Îranê t’ivdîra T’RÎP’P’-va girêdayî hene, daye k’ivþê, wekî mîaserkirina t’ivdîra T’RÎP’P’-ê isa jî ij k’ara CÎÎ diher’ike. “Bi mîaserkirina t’ivdîra T’RÎP’P’-ê emê p’evgirêdana ij devtenga Farisa berva be’ra R’eþe xeta h’esinî vekin, encama çida mecalê eleqetê t’öcarîmalhebûnîyêye navbera Ermenîstanê û Îranêda bi cehwerî wê berfirevin. Isa jî mecalê CÎÎ-ye t’öcarî-malhebûnîyê bi cehwerî wê berfirevin. Mîaserkirina t’ivdîra T’RÎP’P’-ê bi sadiqî û k’ese isa jî ij k’ara Îranê diher’ike”,- P’aþînyan gotîye. Serekwezîr daye k’ivþê, wekî Ermenîstan t’ev Îranê hazire hevr’axeverdanê vekirî û þefîv derbazke. “Em þefîvin û em bona her pirsekê hazirin. Gere safî bê pêkhatinê, k’a h’eyecanbûn derheqa çidaye? em bawerin, wekî t’emamîya h’eyecanbûna wê îht’îmalve betalkin”,- ewî binxetkirîye. Bi gilîyê serekwezîr- Ermenîstanê bidûmîne t’ev t’emamîya hevalk’arê mot’ac dora t’ivdîra T’RÎP’P’-ê bixevte. “Emê bidûmînin t’ev Îranê, Ûr’isêtê, Görcistanê, Adrbêcanê, T’irkîayê, YA, welatê Asîa Merk’ezîyê û Çînstanê bixevtin, çimkî eva t’ivdîra globale, û em dixwezin çiqasî ji me tê em mîaserkirina wê lez destpêbikin. Gömana min heye, wekî idî payîza îsalin li e’rdê xevata pêþin wê destpêve”,- P’aþînyan serda zêdekirîye. Xelîl Þîrg’olamîê sefîreyê Îranêyî Ermenîstanêda wexta qisa vexwendî e’lamkiribû, wekî h’eyecanbûna Îranêye ze’f lêgîtîme bi cînartîya sînorê wê hazirîya WAY-ye k’eseda carekêva ya ment’îqîye, dêmek li wê bêr’eh’etîyê gere dengvedana safî heve. Ewî serda zêdekirîye, wekî h’ökömeta Ermenîstanê daye bawerkirinê, wekî dest mîaserkirina t’ivdîrê bi hazirîya WAY þertbûyî t’ö qezîya yan bêewlebûn seva Îranê wê neyên e’frandinê.







