
H’ökömetê qirar erêkirîye, bi k’îjanê seva ewlekirina derbazkirina Kongrêsa ermenîsnasîyêye ort’emiletîyêye 3-a 63 mîlîon 735 h’zar dramê bêne berdanê. Bi e’lamkirina “Armênprês”-ê- qirar r’ûniþtina H’ökömetêda hatîye qebûlkirirnê. Kongrêsê 22-24-ê meha tîrmehê Matênadarana ser navê Mêsrop Maþtosda bê derbazkirinê. Kêra îsalin p’êþk’êþî 350-salîya Mxît’ar Sêbastasî bûyîye. Angorî h’îmkirina qirarê- berne’mê grandîyêye ort’emiletîyê, ö’lmê r’eqemîye hûmanîtar, berne’mê pêþdabirina ermenînasîyêye nav sala xilazîyê, hevk’arî t’ev k’örsîyê ermenînasîyêye ort’emileîyê, merk’ezê destnivtîsarê û berevokê mîrat’a bi zimanê ermenîye nivîsar, lê isa jî çapkirinê t’eze wê r’ojeva kongrêsêdavin. Goveka kongrêsêda tê têr’adîtinê r’ûniþtina ö’lmîye baþqe- ya p’êþk’êþî Mxît’ar Sêbastasî bûyî derbazkin. Ermenînasê r’ûmetdar, profêsora û ö’limdarê cahile ecnebî t’evbûna li kêrê erêkirine. Goveka kongrêsêda t’eþhîrkirina isa jî “dayîmtîya salewextê” wê t’eþkîlve, medara k’îjanêda wê deft’era sedsalîya 13-aye giranbihaye bi alîk’arîya h’ökömeta CE p’eydabûyîve.
H’îmkirinêda k’ivþdive, wekî Kongrêsa ermenînasîyêye ort’emiletîyê bûye bêlana hevvahûnandina sirêpêþîtîyê Ermenîstanêye ö’lmî, medenyetî û derekeye sîasîyêye înstîtûsîonal.







