
Ûrsûla von der Leyen dê di 2ê Tîrmehê de bigihêje Ermenistanê
Seroka Komîsyona Ewropayê Ûrsûla von der Leyen dê di 2ê Tîrmehê de bi serdaneke xebatê bigihêje Komara Ermenistanê.
Ofîsa Serokwezîrê ERê ev yek ragihand û diyar kir ku di çarçoveya serdanê de dê hevdîtinek di navbera Serokwezîrê ERê Nîkol Paşînyan û Seroka Komîsyona Ewropayê Ûrsûla von der Leyen de pêk were.
Piştî civînê, Serokwezîrê ERê û Serokê Komîsyona Ewropayê dê daxuyaniyan bidin û bersiva pirsên nûnerên medyayê bidin.







