All NewsTop

Serokwezîrê Ermenistanê Baweriya Xwe Dide Ku Di Demeke Nêzîk de Hevdîtinek bi Serokê Rûsyayê re wê Çêbe

Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan baweriya xwe anî ziman ku di demek nêzîk de hevdîtinek di navbera wî û Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn de dê pêk were.

Nîkol Paşînyan di civînekê de bi rojnamevanan re piştî civîna rêveberiya Partiya Peymana Sivîl ev baweriya xwe anî ziman.

“Civînek plankirî tune bû. Ez piştrast im ku di demek nêzîk de hevdîtinek dê hebe,” wî got.

Wî destnîşan kir ku ew ê di çarçoveya civîna Konseya Navdewletî ya Yekîtiya Aborî ya Avrasyayê de ku ji bo Tebaxa îsal hatiye plankirin, mijara sînordarkirinên Rûsyayê yên li ser kelûpelên Ermenî jî bi Serokwezîrê Rûsyayê re nîqaş bike.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button