
Kaya Kalasa wek’îla YA-ye k’arê dereke û bi pirsê sîasîya bêqezîabûnêye bilind encamê r’ûniþtina þêwra wezîrê YA-ye K’D-e 15-ê meha h’ezîranê Lyk’sêmbûrgêda derbazbûyî t’omerîkirîye- bi kirina paþdaveger’andinê isa jî ser bijartinê þêwirxanêye Ermenîstanêda qewimî. “Ermenîstan: bijartîinê h’evtya derbazbûyî qewimî gilîyê safî hinartin, cime’ta ermenîya bona k’ara e’dlayê, serbestîyê û p’evgirêdanê t’ev Avropaêye diha meh’kem deng da. Wezîra e’ne’nekir, k’a em çawa dikarin berxwedan û dîvêrsîfîkasîya Ermenîstanêye malhebûnîyê paþwextîyê meh’kemkin”,- bi t’ehwîlkirina “Armênprês”-ê belgê xweyî “Fêysbûk’”-êda Kalasê nivîsîye. Em bînne bîr, wekî Ararat Mîrzoyanê wezîrê Ermenîstanêyî K’D Lyûk’sêmbûrgêda govekê r’ûniþtina þêwra wezîrê YA-ye K’D-da t’ev e’ne’nekirinê bibû. Encomana bijartinaye merk’ezîyê 14-ê meha h’ezîranê encamê þêwirxanêye bijartinaye axirsongîye 7-ê meha h’ezîranê Ermenîstanêda qewimî t’omerîkirîye. Bi encamê bijartina 3 qewatê sîyasîyê derbazî þêwirxanê bûne. Firqa “Þertne’ma bajar’vanîyê”, 64 mandatê k’îjanê wê hevin, t’ifaqa “Ermenîstana qewîn”, 29 mandatê k’îjanê wê hevin û t’ifaqa “Ermenîstan”, 12 mandatê k’îjanê wê hevin. Ûr’isêtê berî bijartinê þêwirxanêye Ermenîstanêda 7-ê meha h’ezîranê qewimî nisbetî derdaanîna eþîyayê ermenîye p’ir’hejmar qedexe û sînorkirin dabû xevatê, û k’îjan h’etanî îro pêþda diçin. Bi encamê bijartina firqa “Þertne’ma bajar’vanîyê”, alt’indarîya bêminet birîye, p’ir’anîya k’îjanê þêwirxanêda wê heve û t’enê wê bikarve h’ökömetê pêkbîne. Vladîmîr Pûtînê sedrê T’Û Nîkol P’aþînyan hila hê bimbareknekirîye- alt’indarîya bijartinê þêwirxanêva girêdayî. Dmîtrî Pêskovê berdevkê sedrê T’Û-yî çapgerîyê e’lamkiribû, wekî Ûr’isêt hîvîya t’omerîkirina encamê bijartinaye axirsongîye.







