
Bi e’lamkirina “Armênprês”-ê- derheqa vê yekêda Kaya Kalasa wek’îla YA-ye k’arê der û bi pirsê sîasîya bêqezîabûnêye bilind nav belakirina belgê xweyî Înst’agram-êda e’lamkirîye. Kalasê e’lamkirîye, wekî govekê r’ûniþtina þêwra wezîrê YA-ye K’D-da wexta r’asthatina t’ev Ararat Mîrzoyanê wezîrê Ermenîstanêyî K’D wezîrê endam welatê YA Ermenîstan bimbarekkirine- bijartinê þêwirxanêye 7-ê meha h’ezîranêda mîaserkirina exterîya dengdayîna dêmokratîyêva girêdayî. “Ew dengdayîn borchildana Ermenîstanêye meh’kem li dêmokratîyayê, e’dlayê û hevk’arîya neh’îêda berfirebûyî, lê isa jî p’evgirêdanê t’ev Avropaêye diha meh’kem e’yankir”,- Kaya Kalasê nivîsye. Encomana Ermenîstanêye merk’ezîyêye bijartina 14-ê meha h’ezîranê encamê bijartnê þêwirxanêye 7-ê meha h’ezîranê qewimîye axirsongî t’omerîkirîye. Bi encamê bijartina 3 qewatê sîasîyê derbazî þêwirxanê bûne- firqa “Þertne’ma bajar’vanîyê”- 64 mandat, t’ifaqa “Ermenîstana qewîn”- 29 mandat û t’ifaqa “Ermenîstan”- 12 mandat.







