
Ermenîstan dicêr’bîne p’evgirêdanê xweye malhebûnîyêye dereke dîvêrsîfîkasîake û seva eþîyayê ermenî welatê derekeda sûkê mîaserkirinêye t’eze bivîne. R’ewanêda h’emcivata ermenî-lêhaye k’arbidestîyê qewimîye, goveka k’îjanêda mecalê deranîna firotana ermenîye cöda gotî Lêhstanêda hatne e’ne’nekirinê. Nav qisa t’ev “Armênprês”-ê Art’ûr Lêvandovskîyê h’îmdarê hevaltya lêhîye “Hayway grûp”-ê û serwêrê sereke e’lamkirîye, wekî navbera k’arbidestê ermenî û lêhada hevsûbûnê e’melî qewimîne, k’îjanê k’omekê bidine meh’kemkirina p’evgirêdanê malhebûnîyêye döalî. “Vê demê hevr’axeverdan meþêdanin, û gaveke e’melî jî wê ewve, wekî xilazîya meha h’ezîranê 20 maþînê barbire bi zerdelê ermenî barkirî wê her’ne Lêhistanê. Xevat tê kirinê, wekî sêrtîfîkatê angor bêne destanînê û eþîya bi îht’îmalî zû bêne deranînê li Lêhistanê. Emê ij zerdela destpêkin”,- Lêvandovskî gotîye. Çendekî pêþda Ûr’isêtê ser derdaanîna mêwayê ermenî, nav wê hejmarê- zerdela, sînorkirin dabû xevatê. Hindava Ûr’isêtêda ser fona sînorkirin û qedexê derdaanîna eþîyayê ermenî Yektîya Avropayê idî derheqa t’ivdarekdîtina p’êç’ana alîk’rîya bona Ermenîstanêda e’lamkirîye, goveka k’îjanêda Ermnîstanê 50 mîlîon êvro alîk’arîya fînansîyê bistîne, lê isa jî t’edbîrê t’amkirinê- bi meremê berfirekirina mecalê firotana deranîna ermenî û hêsakirina t’öcarîyê.







