
H’îmê sînorcödakirina navbera Ermenîstanê û Adrbêcanêda xerîta konkrêt heye, bi k’îjanê jî xevat bi wî t’erefî mîaserdive. Bi e’lamkirina “Armênprês”-ê- nav qisa t’ev r’ojne’mevana derheqa vê yekêda Ÿdvard Asryanê midîrê þtaba qewatê CE-ye sîlih’bûyî gotîye- bi paþdaveger’andina ser wê pirsê, k’a delîv divin, çaxê t’ev sînorcödakirinê neqayîlîyê wî hene? “H’îmê xevata sînorcödakirinê heye û xerîta sala angor h’esavdive ew h’îm. Þtaba sereke serederîyê wê xerîtê dike û bi de’wa wê xerîtê em xevatê dikin. T’eþkîla encomana sînorcödakirinêda isa jî wek’îlê Qewatê sîlih’bûyî heye, ê kö ze’f baþ serederîyê xerîtenivîsara e’skerîyê dike û t’emamîya xwestinê wê xerîtê baþ zane”,- Asryan safîkirîye- bi înk’arkirina hebûna neqayîlîyê hindava xweda, çimkî sînorcödakirin bi sînorê t’opraxa CE-ye serbestî dîwanî mîaserdive. Ewî daye bawerkirinê, wekî ij 29 h’ezar 743 kîlomêtrê çargoþeye t’opraxa CE e’lambûyî qe bihöstekê neyê destberdanê. Bi xeverdana derheqa t’opraxê CE-ye serbeste bin qolê Adrbêcanêda, k’îjan wexta qewmandinê salê 2021-2022-a qewimî bin okûpasîya adrbêcanîda dîharbûne- Ÿdvard Asryan daye k’ivþê, wekî ew t’oprax encama sînorcödakirinêda gere bêne paþdaveger’andinê.







