Fîlma “Birêz Aznavoûr” ku bi boneya sedsaliya şansoniyeyê navdar Şarl Aznavoûr hat çêkirin û temaşevan li benda wê bûn, wê di 23’ê Cotmehê de pêşkêşî hunerhezan bê kirin.
Fîlma “Birêz Aznavoûr” behsa wê yekê dike ku di salên 1950-an de, Şarl Aznavoûr, bi derbaskirina hemû astengiyên ku bi salan li pêşiya wî bûn, karîbû bigihêje naskirinê û bi berhemên xwe yên giyanî dilê mirovan xweş bike.