All NewsTop

Di navbera Akademiya Zanistî ya Neteweyî ya Ermenîstanê û STARMUSê de memorandumek hat îmzekirinê

Serokê Akademiya Zanistî ya Neteweyî ya Ermenîstanê Aşot Saghyan û Dîrektorê Damezrîner ê Festîvala Navneteweyî ya STARMUS, Doktor Garîk Îsraîlî di 22’ê Tebaxê de peymanek lihevkirinê îmze kirine. Akademiya Netewî ya Zanyarî ya Ermenîstanê bi fermî hevkar û piştgirê organîzekirina festîvala STARMUS li Êrîvanê ye.

Festîvala STARMUS VI dê di navbera 5-11-ê îlona 2022-an de li Ermenîstanê li Êrîvanê bê lidarxistin. Festîvalên berê yên STARMUS li Spanya, Norwêc û Swîsreyê hatibûn lidarxistinê.

“Ev festîval dê di serî de rêgezên nû ji bo hevkariyê û derfetên nîqaşên nû çêbike, ji ber ku zanyarên navdar ên cîhanê, xwediyên xelata Nobelê diçin serdana Ermenîstanê. Ev bûyer dê bi taybetî ji bo zanyarên ciwan xwedî girîngiyek taybetî be. Bi van bûyeran re divê em hewl bidin ku zanyarên xwe yên ciwan bi rê ve bibin û wan di zanistê de bihêlin. Ez vê destpêşxeriyê silav dikim û li ser navê Akademiya Zanistî ya Netewî ez spasiya organîzatoran birêz Îsraîl, strukturên pêwendîdar ên hikûmeta me dikim ku piştgirî didin lidarxistina festîvalê.” Aşot Saghyan gotîe.

Garik Israêlûan got. “Mihrîcana STARMUS VI, beriya her tiştî ji bo ciwanên me ye, ji bo ku em wan teşwîq bikin ku zanistê neterikînin, di warê zanistiyê de xebatên xwe bidomînin û pê bawer bin ku rola zanistê di civakê de wê hîn xurtir bibe. Qonaxek hebû ku kapasîteya zanistî kêm bû, lê ez her gav dibêjim ku ew di paşerojê de ye û niha em dikevin qonaxek nû. Her kes wê gav bi gav fêm bike ku mirovahî bêyî zanistê paşerojê nîne.”

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button