
Ji bo çêkirina rêya Kajaran-Sîsyanê ya korîdora “Bakur-Başûr” Bankeya Avakirin û Pêşketinê ya Ewropayê dê 236 milyon euro deyn bide Ermenîstanê.
Lêçûna projeyê bi tevahî 373 mîlyon euro ye.
Rêya nû dê li ser beşên bakur, başûr û navendî were dabeş kirin. Pereyên deyn dê ji bo avakirina qada başûr were xerckirin.
Rê dê mesafeya Kajaran-Sîsyanê ji 118 kîlometran dakeve 60 kîlometran û leza navîn jî ji 50 heta 100 kîlometir di saetê de zêde bibe.
Tê plankirin ku heta sala 2030-an înşaatê biqede.







