
Ê kö li Ûr’isêtê diqeside wê borcdarve t’êla desta bik’ir’e. Derheqa wê yekêda Îgor Zûbovê dewsgirtîyê wezîrê T’Û-yî k’arê höndör’, k’atvê dîwanî r’ûniþtina komîtêa Þêwra t’ifaqîyêye k’arê ort’emiletîyêda e’lamkirîye, RBK e’lamdike. “Bona giþta balk’êþe, k’a pêþer’ojêda wê çive, em k’öda diçin. Her kesê derda tê, ê kö qeyddive û tê vira- xazma bi we’dê xevatê yan dirêj, wê borcdarve t’êlê bik’ir’e. Wê t’êlêda profîla wîye ÿlêktronîyê wê heve. Û emê bizanvin, k’a her yekî derdahatî k’öye. Ewê nikarve bêmiqatbûn ij cîkî cîgöhêzî cîkî dinve, ware xwe bigöhêze. Ewê bive h’îm”,- Zûbov safîkirîye. Hebûna t’êlê yekpel wê mecalê bide pêþda e’þiratîyê bidine ê derdahatî, mesele- derheqa xilazbûna we’dê t’êbûna t’emesûka yan lazmaya t’emsîlbûna li warekî dinda. “Herke ne niþkêva, çaxê mêriv tiþtek têberdaye yan pêneh’esîyaye”,- dewsgirtîyê wezîr serda zêdekirîye.







