
Sêm Çattoyê nevîyê Margarêta þahdot pêþdanîna zewacê li hevala xwe- Ÿlêanor Ÿk’sêrcyana þikilk’êþa ermenîya brîtanî kirîye. Bi t’ehwîlkirina “Armênprês”- ze’vê pêþer’ojê belgê xweyî Înst’agramêda xevera þabûnê e’lamkirîye. “Ez r’astî jî dilþame e’lamkim, wekî Ÿllî û ezê bêne nîþankirinê. Û me nikarbû em diha bextewarvin. Min bi göstîla xweye ç’inîye hazirkirî pêþdanîna zewacê kir. Zo ij sala 2021-ê r’astî hevdö tê. Ew herdö jî dewrxilazkirê zanîngeha Ÿdînbûrgêne. Sala 2022-a zo qesta Ermenîstanê kirtibû. Sêm Çatto, ê kö k’espikk’ar þikilk’êþe, nav goveka t’ivdîra “Þikilê t’ebyetêye xiyalî”-ye wane t’ev Ÿlêanor Ÿk’sêrcyanê e’frandarî lê kirîda (îmagîênd landscapes)da weke mehekê t’opraxa Ermenîstanêva ger’yane, mîrat’a ermenîmye t’arîxmedenyetî û heykelê degmeye arxîtêktûrîêr’a bûne nas. Sêm û Ÿlêanorê xevatê weke mehekê k’iþandî bi t’eþhîrkirinê t’omerîkirine. Ÿlêanor Ÿk’sêrcyan mala h’önermendnasê nav-dengda r’û dinê k’etîye. Ew dota Davît’ Ÿk’sêrcyanê t’arîxnasê h’önerê, profêsore. Davît’ Ÿk’sêrcyan profêsorê zanîngeha Lêst’êrêye t’arîxa h’önerê û kînoêyî emekdare. Kalkê Ÿlêanorê Nûbar Martîn Ÿk’sêrcyanê palkovnîkbû, mala k’îjanî ij sinifa ermenîyê Qeyserîya osmîanîêye dewlemendbû. Ÿk’sêrcyanê palkovnîk serwêrê hevaltîya I’raqêye nevtêye hindava Galûst Gyûlbênkyanda darxistîyî îcrakirinêbû. Diya Ÿlêanorayê Syûzan Mûre, ya kö lomek’ara h’önera Fînansîal t’aymz-êye.







