
Ermenîstan hevk’arîya xwexweykirinê t’ev Hindistanê çapik firedike. Çawa T’ayms of Îndîa e’lamdike, R’ewanê þertne’mê k’ir’îna sîlih’a bahê weke 2 mîlîard dolarayî t’omerî qolkirîye- bi ce’dandina ser fona qezîyayê hindava t’ifaqa Adrbêcanê, Pakîstanê û T’irkîaêda zêdebûnê qewata xweye sîlih’bûyî meh’kemke. Ev gav wê yekêva girêdayîye, wekî Ermenîstan mecbûre warê bêqezîabûnêda pey kêmkirina alîk’arîya e’skerîyêye hindava Ûr’isêtêda hevalk’arê t’eze biger’e, k’îjan dest miqabilîhevbûna Ûkraînaêda dirêjbûnê. Bi meremê bilindkirina xwexweykirina xwe û h’emzemanîkirina ordîyê R’ewan ij Hindistanê ösûlê sîlih’darîya pêþver’û dik’ir’e. Goveka k’ûrkirina p’evgirêdanada þanda qewata Ermenîstanêye sîlih’bûyîye ij sê kesa qesta xwendinxana þeherê Naþîkêye t’opa kirîye. E’skerê ermenî mêt’odê-ûslûbê hînkirinêye hindîr’a bûne nas û dîna xwe dane meþa agirkirina t’opaye þer’vanîyê. Hindistan bûye hevalk’areke Ermenîstanêye xwexweykirinêye sereke- pey þer’ê Arsaxêye sala 2020-îr’a. R’ewan diha û diha heycar xîtavî Nyû Dêlîyê dive- seva t’ivdîrê pêþer’ojêye ösûlê sîlih’darîya pêþver’û, berne’mê hazirîya e’skerîyê û deranîna t’evayîye warê xwexweykirinêda, k’îjan Hindistanê ösûla t’ewþekirina qewataye Qafqasîya Ce’nûbêda wergöhêzî dilqeçîya ferz dike.







