
N. P’aþînyanê serekwezîrê Ermenîstanê e’lamkirîye, wekî pey bijartinê þêwirxanêye Ermenîstanêda 7-ê meha h’ezîranê bûyînêr’a ewê her’e Moskvayê û wê r’astî Vladîmîtr Pûtînê sedrê Ûr’isêtê bê. Bi t’ehwîlkirina “Armênprês”-ê- P’aþînyan derheqa wê yekêda wexta r’asthatina berî bijartinaye t’ev binelîyaye þeherê merza Gêg’ark’ûnîk’êyî Martûnîêda e’lamkirîye.
“Sedrê Ûr’isêtê 1-ê meha h’ezîranê seva bimbarek-pîrozkirina r’oja bûyîna min t’êlêxistibû, lê isa jî xeverdana meye e’melî hebû, û em p’evk’etin wekî pey bijartinar’a ezê dîsa her’im, emê r’astî hevdö bên û t’emamîya pirsê meþêda emê safîkin”,- P’aþînyan gotîye- bi xeverdana derheqa h’alê dora Ermenîstanê YAAM-êda e’firî û wê h’emtêk’stêda pêþdaçûyînê eleqetê Ermenîstan-Ûr’isêtda mewcûd. P’aþînyan R’obêrt K’oçaryanê r’êberê t’ifaqa “Ermenîstan”, Samvêl Karapêtyanê r’êberê “Ermenîstana qewîn” û Gagîk Sar’ûkyanê sedrê firqa “Ermenîstana gölvelayî” nav cêr’ibandinê pêþdaanîna sertayê eleqetê Ermenîstanê û Ûr’isêtêda gönek’ar kirîye. “Firqa þêr’e sêserî pirsgirêk danîye, wekî em t’ev hevalk’arê meye Ûr’isêtê bik’evne nav konflîktê. Min gotîye isa jî hevalk’arê meye Ûr’isêtê- emê t’ev we þer’nekin, qir’ka we negirin, nak’evne nav zargirtinê, emê r’eh’et, bi sebir miqatî semt’girîyê xwevin. Emê miqabilî k’ara Ûr’isêtê e’melnekin, lê emê isa jî miqabilî k’ara xwe e’melnekin”,- P’aþînyan gotîye.







