
Îsal me sîlh’e deranîne li sûka ort’emiletîyê. Derheqa vê yekêda N. P’aþînyanê serekwezîr e’lamkirîye. Bi gotna wî- Ermenîstan derk’etîye li sûka sîlih’darîyêye ort’emiletîyê. P’aþînyan bijarvan vexwendine li meþqa e’skerîyêye 28-ê meha gölanê bûyînê, pey k’îjanêr’a p’areke têxnîkayê, nav wê hejmarê- nimûnê deranîna cî, t’opraxa r’ex ger’a R’ewanêye Cimhöryetêda wê t’eþhîrvin.
Ewî serda zêdekirîye, wekî pey miletîkirinêr’a k’arxana “Araratsêmênt”-êr’a pirsa wergirtina r’ik’invanê þexsî bi leca ort’emiletîyê, vekirî û þefîv wê safîve. P’aþînyan daye bawerkirinê, wekî k’arxanêda, bi mesela kombînata Zangêzûrêye sifirmolîbdên, p’ara dewletê wê heve. E’melê t’ev k’arxanê berê hatî girêdanê, ewî navkirîye qelpî. “Ew dizî li dewletê wê bê paþdaveger’andinê”,- ewî daye k’ivþê. Nîkol P’aþînyan isa jî daye bawerkirinê, wekî ij sala 2018-a virdatirp derge-dîwana seva destanîna malê k’omeka weke mîlîardek dolara daye bajar’vana, nav wê hejmarê goveka berne’mê malavakirinêye misk’enê merza Araratêye Êrasxê û Parûyr Sêvakêye r’exsînorda mîaserbûnêda.







