T’omerî r’eqema vîzayê þêngênîyê, k’îjan dane bajar’vanê Ermenîstanê, zêdebûye, lê lazime bi t’erefê kêmkirina selefê nanakirinê vîza bixevtin. Yohannês Lûxnêrê dewsgirtîyê serwêrtîya sereke ya bi pirsê mîgrasîayê û k’arê höndör’ ya encomana Avropî R’ewanêda e’lamkirîye. Bi gilîyê wî- we’dekî ze’f kinda pêvajoya azayîkirina r’êjîma vîzaye navbera Ermenîstanê û YA-da hatîye tênivîsarê. Pêr’a jî, Lûxnêr anîye bîr, wekî ev pêvajo qedandina þert û t’elebê p’ir’hejmar dixweze.
Ewî anîye bîr, wekî xilazîya pêvajoyê encomana avropî û Ermenîstan gere 27 welatê YA bidine bawerkirinê, wekî pêvajo ya nêzîkî aqila û xilazbûyîye. pêþtirî wê- gere begemkirina þêwirxna Avropayê bistîne.
“Wê çive, h’erke em vê pêvajoyê bi têmpê lezk’etî mîaserkin, lê r’êjîma bêy vîza bi cûr’ê ne k’arar e’melke? A lema em wesfê dijbêrin”,- wek’îlê encomana avropî binxetkirîye.







