
Bi e’lamkirina “Armênprês”-ê- wexta qisa H’ökömetê derheqa vê yekêda N. P’aþînyanê serekwezîrê CE e’lamkirîye- bi dayîna cava pirsa derheqa t’enqîdkirinê derheqa serdana Volodîmîr Zêlênskîyê sedrê Ûkraînaêye li R’ewanê û wêda sewtbûnêda.
“Çi dimîne bona sedrê Ûkraînayê, min berê jî bi wê t’êmayê e’lametî kirine. Me alîk’arîya hûmanîtar þandîye Ûkraînayê, û min gotîye, wekî bi pirsa Ûkraînayê em t’ev Ûr’isêtê t’ifaqdar nînin”,- P’aþînyan gotîye. Serekwezîr binxetkirîye, wekî seva Ermenîstanê me’na fermana Alma-At’aêye e’sasî heye, ser h’îmê k’îjanê R’ewan pêvajoya isa jî t’ev Adrbêcanêye e’dlayê avadike.
“Hûn zanin, k’a çi me’na fermana Alma-At’aêye ferz û e’sasî seva me heye, û em xwe dispêrne wê fermanê û ser wî h’îmî em e’dlayê t’ev Adrbêcanê avadikiên. Û eva semt’girîa meye e’sasîye”,- serekwezîr daye k’ivþê.
Volodîmîr Zêlênskîê sedrê Ûkraînayê 4-ê meha gölanê qesta R’ewanê kiribû- t’ev serecivata ÿla avropîye sîasîyêye 8-ave.







