
Serokwezîrê Komara Ermenistanê Nîkol Paşînyan Wezîrê Fransî yê Berpirsê Ewropayê Bênjamîn Haddad pêşwazî kirîe.
Ofîsa Serokwezîrê Ermenistanê radigihîne ku di hevdîtinê de mijarên têkildarî rojeva têkiliyên dualî yên Ermenistan-Fransê û pêşxistina hevkariya pir-sektorî hatine nîqaşkirin. Behsa hevkariya Ermenistan-YE, û her weha mijarên têkildarî lidarxistina Lûtkeya Civaka Siyasî ya Ewropayê li Ermenistanê hate kirin.
Her wiha di hevdîtinan de li ser pêşketinên herêmî, gavên ji bo misogerkirina aştî û aramiyê nêrîn hatin parvekirin.
Aliyan girîngî dan berdewamiya diyaloga siyasî ya çalak û berfirehkirina hevkariyê di warên berjewendiya hevbeş de.







