
Ij 15-ê meha sala 2026-aye nîsanê p’erê k’ag’eze nisila 2-a encama hatina me’þandina e’slîda ij fitildayînê wê derk’evin. Derheqa vê yekêda benka CE-ye merkezîyê tîne bîr.
E’lametîyêda cöda gotî, tê gotinê: “Çawa vîdêomadeyê xweye çapgerîyêye îfadekirinê û e’lamnivîsarê hindava benka Merk’ezîyêda k’ivþbûye, p’erê k’eag’eze nisila 2-a h’etanî 15-ê meha sala 2026-aye nîsanê h’esavdivin mecala edakirinê qanûnî, lê pey r’oja k’ivþbûyîr’a bajar’van p’erê k’ag’eze “kevne” bal xwe dikarin bêheq û bêwe’de benkê t’öcarîyêye CE-da e’melkirinêda û Benka merk’ezîyêda bigöhêzin- bê sînorkirina.
Em serda zêdekin, wekî angora qirara þêwra Benka merk’ezîyêye 28-ê meha sala 2025-aye nîsanê- ij fitildayînê ev p’erê k’ag’eze nisila 2-a wê bêne derxistinê:
-ê 500 dramêye berdana sala 1999-a (bi þiklê sifetê Alê’ksandr T’amanyan)
-ê 1000 dramêye berdana salê 1999-a, 2001-ê, 2011-a, 2015-a (bi þikilê sifetê Êg’îþê Çarêns)
-ê 5000 dramêye salê 1999-a, 2003-a, 2009-a, 2012-a berdayî (bi þikilê sifetê Hovhannês T’ûmaynan)
-ê 10000 dramêye salê 2003-a, 2006-a, 2008-a, 2012-a berdayî (bi þikilê sifetê Avêtîk’ Îsahakyan)
-ê 20000 dramêye salê 1999-a, 2007-a, 2009-a, 2012-a berdayî (bi þikilê sifetê Martîros Saryan).







