All NewsTop

Civîna sêyemîn a koma xebatê ya Ermenistan-DYAyê pêk hat

Wezareta Karên Derve ya Ermenistanê ragihand ku di 1ê Nîsanê de, civîna sêyemîn a koma xebatê ya Ermenistan-DYAyê ya li ser bicîhanîna peymanên Lûtkeya Aştiyê ya Waşîngtonê ya 8ê Tebaxa 2025an pêk hat.

Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Komara Ermenistanê Vahan Kostanyan û Cîgira Alîkarê Sekreterê Karên Derve yê DYAyê Sonata Coulter tekezî li ser pêşketinên ku di warên cuda yên hevkariya dualî de hatine tomar kirin kirin.

Endamên koma xebatê li ser gavên ku armanca wan xurtkirina hevkariya stratejîk a Ermenistan-DYAyê ne, di nav de hevkariya aborî, enerjî, teknolojiyên krîtîk û pêşketî, nêrînên xwe parve kirin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button